
Hevşaredarên Şaredariya Baglarê Leyla Ayaz û Siraç Çelik di çarçoveya xebatên budçeya beşdar de rêze serdanan kirin. Her wiha bi Şaredariya Bajarê Mezin, Meclîsa Bajar û Komeleya Jinan a Rosa re jî civiyan.
Şaredariya Bağlarê bi pêkanîna Modela Budçeya Beşdar a Bağlarê, bi şîara "Bajarê te, budçeya te, biryara te" gaveke dîrokî ber bi Rêveberiya Herêmî ya Demokratîk ve diavêje. Modela Budçeya Beşdar a Bağlarê, ku ji bo peydakirina xizmetên zelaltir û demokratîktir, berhevkirina nerînên ji beşên cûda yên civakê ji bo plansaziya budçeyê, xurtkirina demokrasiya herêmî û teşwîqkirina beşdariya çalak a civakê di rêveberiyê de hatiye çêkirin, dest bi pêkanînê kiriye. Li gorî vê modelê, bernameyeke pîlot li taxên Bağcılar û Kaynartepe hatiye destpêkirin, ku ji bo pêvajoyê ji sedî 10 budçe hatiye veqetandin.
Di vê çarçoveyê de bi Hevserok Leyla Ayaz û Siraç Çelik û Cîgirên Hevserok Jiyan Aslar û Reşat Yücel re dest bi serdan û hevdîtinan kir.
Ayaz û Çelik pêşî bi Hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin Serra Bucak û Doğan Hatun re civiyan, paşê jî bi nûnerên Sekreteriya Meclîsa Bajar û Komeleya Jinan a Rosa re hevdîtin kirin.