
Hevşaredara Şaredariya Baglarê Leyla Ayaz bi rêveberiya Klûba Sporê ya Şaredariya Baglarê re serdana tesîsên werzîşê yên li bajêr kir. Hevşaredar Ayaz girîngiya hevkariya ji bo pêşxistina çalakiyên werzîşê destnîşan kir û diyar kir ku ew ê ji bo zarok û ciwanan her hewldanek bikin.
Hevşaredara Şaredariya Baglarê Leyla Ayaz ligel endamên Lijneya Klûba Sporê ya Şaredariya Baglarê serdana saziyên werzîşê yên li Dîyarbekirê kir.
Ayazê ku di heman demê de Serokê Lijneya Rêveberiya Kuluba Sporê ya Şaredariya Bağlarê ye, ewil bi Serokê Herêma Diyarbekirê ya Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê (TFF) Serkan Bayhan û Nûnerê Fûtbolê yê Parêzgeha Diyarbekirê Mehmet Altindag re hevdîtin kir.
Ayaz diyar kir ku pêdivî bi deverên ku zarok û ciwan dikarin beşdarî çalakiyên werzîşî bibin heye û girîngiya tevgerîna bi hev re destnîşan kir.
'Li Baglarê potansiyeleke mezin heye'
Di civînê de, tekez li ser wê yekê hat kirin ku Bağlar xwedî potansiyeleke werzîşî ya girîng e û divê hewl û projeyên ji bo vekirina vê potansiyelê werin cîbicîkirin. Hat destnîşankirin ku tesîs pêdiviyeke girîng in.
Serokan ji bo serdanê spasiya Hevserok Ayaz kirin û kêfxweşiya xwe ya ji bo xebata bi hev re anîn ziman.
Piştî serdanê kirasên Bağlar Belediyesporê diyarî Serkan Bayhan û Mehmet Altindag hatin kirin.
Em ê hemû tiştî bikin da ku xizmeta gel bikin."
Rawestgeha duyemîn a hevserok Ayaz Federasyona Klûbên Werzîşê yên Amator ên Dîyarbekirê bû, li wir bi Serokê Federasyonê Remzî Dayan û Serokê Şaxa Dîyarbekirê ya Komeleya Rahênerên Futbolê yên Tirkiyeyê Abdulsamet Karakaş re civiya.
Ayaz diyar kir ku çalakiyên werzîşî pêdiviyek girîng in û tekez kir ku ew ê her tiştî bikin da ku xizmeta gel bikin.
Di civînê de hat destnîşankirin ku bi hevgirtinê dikare karên girîng werin kirin.
Piştî serdanê kirasên Bağlar Belediyesporê diyarî Dayan û Karakaş kirin.