TR | KU
A- A+

Meşa Rumeta Astengdaran hate lidarxistin.

03 ئایار 2026

Meşa Rûmetê ya Astengdaran da bii hezaran kes ji bo maf, wekhevî û gihîştinê meşiyan

Şaredariya me bi hevkariya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û şaredariyên navçeyan, bi dirûşma “Bila di vê rûmetê de şopa te jî hebe” Meşa Rûmetê ya Astengdaran li dar xist. Hevşaredara me Leyla Ayaz, endamên meclîsê, alîkarên hevşaredaran û Midûriyeta me ya Xizmetên Astengdar û Kalûpîran bi hev re beşdarî meşê bûn. Rêxistinên civakî û siyasetmedarên ji piştgirî dan meşê. Meş ji ber Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê dest pê kir û heta Sumerparkê berdewam kir. Li vir forumek hat lidarxistin û beşdaran di kurdiya azad de axaftin kirin.
Di axaftinan de banga gihîştina hêsan a bajaran, gihîştina wekhev a xizmetên giştî,  îstihdamê, wekheviya di perwerde û tenduristiyê de hat kirin. Her wiha hat xwestin ku astengdar di pêvajoyên biryardanê de çalaktir cih bigirin û polîtîkayên li ser bingeha mafan bên pêkanîn. Di foruma ku bi Kurdî û Tîrkî hat birêvebirin de, ji bo hemû axaftinan zimanê îşaretê yê ji bo astengdarên bihîstinê jî hat bikaranîn.
 

facebook sharing button
twitter sharing button
linkedin sharing button
whatsapp sharing button
print sharing button