Şaredariya Rezan, endamên Koma Agirê Jiyan ku ji bo di 21ê Adarê de di pîrozbahiya Newroza Amedê de konserê bidin hatine bajêr li şaredariyê kirin mêvan.
Şaredariya Rezan, endamên Koma Agirê Jiyan Meral Tekçî, Alî Jiyan, Şener Yildiz, û Amed Tabarê ku ji bo di 21ê Adarê de di pîrozbahiya Newroza Amedê de konserê bidin hatine bajêr li şaredariyê kirin mêvan. Hevşaredarên Leyla Ayaz û Siraç Çelîk û Alîkara Hevşaredaran Jiyan Aslan pêşwaziya hunermendan kirin. Endamên komê, kelecan û kêfxweşiya xwe ya ku ji ber hatina Amedê ya piştî navberek dirêj û bi taybetî cihgirtina di sehneya Newrozê de dijîn anîn ziman.
Hevşaredarên kêfxweşiya xwe ya ji bo serdanê anîn ziman û spasiya endamên Koma Agirê Jiyan kirin.