Hevşaredara Şaredariya Rezan Leyla Ayaz, beşdari Komxebata di Rêveberîyên Cihkî de Aborîya Jinan bû.
Ji hêla GABB'ê û Lijneya Jinan a Rêveberîyên Cihkî yên Demokratîk ve Komxebata di Rêveberîyên Cihkî de Aborîya Jinan; Hevşaredara Şaredariya Rezan Leyla Ayaz, Alîkara Hevşaredaran Jiyan Aslan, Gerînendetîya Polîtîkayên Jinan û hevşaredarên Bajarên Mezin ên Amed, Mêrdîn û Wanê, şaredarîyên navçeyan beşdarî komxebata ku bi armanca bi perspektîfeke hevpar li ser xebatên di qada aborî ya rêveberîyên cihkî de sekinîn, li gorî rê û rêzana feraseta aborîya komunal demokratîk û ekolojîk a azadîxwaziya jinan ji nû ve were sazkirin û polîtîkayên mayînde yên ku aborîya jinan civakî dikin werin bipêşxistin bûn. Di komxebatê de ku wekî pêşxebatê ye, pratîkên heyî yên ku armanc dikin ku aboriya jinan xurt bikin, encamên serdanên ku ji hêla Komîsyonên Aborî yên ku ji hêla şaredariyan ve hatine damezrandin ve hatine kirin, û xebitîna modelên kooperatîfên cihêreng dê werin pêşkêş kirin.