33emîn Civîna Giştî ya Asayî ya Meclîsa Bajarê Amedê li Navenda Çand û Kongreyê ya Çand Amed bi rojeva "Li Bajêr Têkoşîna bi Tiryakê re: Pêşniyarên Çareseriyê û Berpirsiyariya Hevbeş" hate lidarxistin.
Hevşaredarêên me Leyla Ayaz û Sîraç Çelîk, Heşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Doğan Hatun, hevşaredarên şaredariyên navçeyên bajêr, nûnerên rêxistinên civaka sivîl, pêkhateyên Konseya Bajêr û gelek welatî beşdarî civînê bûn.
Di civînê de, pêşniyarên çareseriyê ji bo têkoşîna li dijî tiryakê li Amedê hatin nîqaşkirin û her wiha nêrîn, pêşniyar û daxwazên derbarê pêşeroja bajêr, rêveberiya herêmî û hewldanên ji bo xurtkirina jiyana hevbeş hatin parvekirin.