
Li Taxa 5 Nîsan a Baglarê ji bo zarokan atolyeyeke hunerî hate lidarxistin.
Bi hevkariya Midûriyeta Çand û Karûbarên Civakî ya Şaredariya Bağlarê, Şaredariya Bajarê Mezin a Dîyarbekirê û Navenda Muzîkê ya Ma ji bo zarokan atolyeyek hunerî hate lidarxistin.
Komxebata ku hefteya borî li baxçeyê Pirtûkxaneya Giştî ya Ferzad Kemanger a Şaredariya Baglarê li Taxa Şêx Şamîl hate lidarxistin, vê hefteyê li Parka Meydan a li Taxa 5ê Nîsan hate lidarxistin.
Mamosteyên Navenda Muzîkê ya Ma li taxê erbane lêxistin û zarok vexwendin parkê. Piştî wê, atolyeyên li parkê bi zarokan re hatin lidarxistin. Mamosteyan wêne xêz kirin û bi zarokan re li enstrumanan lêxistin. Piştî wê, wan çemberek mezin çêkirin û stran gotin.
Zarokên ku bi dê û bavên xwe re beşdarî atolyeyan bûn, hem kêliyên hunerî û hem jî yên kêfxweş derbas kirin.
Cîgira Hevşaredara Şaredariya Baglarê Jiyan Aslan û Rêvebera Karûbarên Çandî û Civakî Derya Berktaş jî beşdarî bernameyê bûn.