
Şaredariya Baglarê xebatên xwe yên ji bo zarokan didomîne. Ji bo zarokan li Pirtûkxaneya Giştî ya Ferzad Kemanger û ji bo kesên ku li Navendên Zarok û Malbatê yên Pirarmanc ên Solînê perwerdehiyê dibînin, çalakiyên sînemayê hatin lidarxistin.
Li Pirtûkxaneya Giştî ya Ferzad Kemanger a girêdayî Rêveberiya Çand û Karûbarên Civakî ya Şaredariya Bağlarê, ji bo zarokên ku perwerdehiyê dibînin çalakiyek sînemayê hate lidarxistin. Zarok li Navenda Hunerê ya Mordemê kom bûn û ji fîlm kêf girtin. Heftê û du zarok beşdarî çalakiyê bûn.
Pêncî û pênc zarokên ku li Navenda Pirarmancî ya Zarok û Malbatê ya Solînê, ku bi Rêveberiya Xizmetên Jin û Malbatê ya Şaredariya Bağlarê ve girêdayî ye, perwerdehiyê dibînin, li sînemayê kom bûn. Zarokan bi hev re ji temaşekirina fîlm kêf girtin.