TR | KU
A- A+

Di Navbera Şaredariya Me, GABB û TMMOB’ê De Protokola Hevkariyê

09 ئەیلوول 2026

Şaredariya me ya Rezanê ku beriya niha bi serenavê “Siberoja Rezan'a Kevn” du komxebat li dar xistibûn, xebatên xwe berdewam kirin û îmze avêt bin protokoleke girîng a hevkariyê. 
 

​Bi feraseta veguhertina bi dadwerî û di cih de û ji bo kêmkirina rîskên erdhejê yên li Rezanê, di navbera Şaredariya me ya Rezanê, GABB û ÎKK’ya TMMOB’ê ya Amedê de protokola hevkariya teknîkî hat îmzekirin. Protokol amanc dike ku rîskên erdhejê kêm bike, feraseta veguhertina bi dadwerî û di cih de xurt bike û mijarên hevkariyê yên di xebatên veguherandina bajêr de li gorî pîvanên zanistî, teknîkî û civakî diyar bike.  

​Protokol bi merasîmeke hate lidarxistin ku li şaredariya me bi beşdariya Hevşaredarên me Leyla Ayaz û Sîraç Çelîk ê ku di heman demê de Hevserokê GABB’ê ye, Sekretera ÎKK’ya TMMOB’ê ya Amedê Nûjen Ayhan, Cîgirê Hevşaredarên me Reşat Yucel, nûnerên GABB û TMMOB’ê hat îmzekirin.
 


Galeriya Wêneyan

facebook sharing button
twitter sharing button
linkedin sharing button
whatsapp sharing button
print sharing button