
Hevşaredarên Şaredariya Baglarê Leyla Ayaz û Siraç Çelik beşdarî bernameya ku ji bo meha şînê hatibû lidarxistin bûn û aşûre parve kirin.
Komeleya Çandî ya Pîr Sultan Abdal û Şaxa Cemewiyê ya Dîyarbekirê ji bo meha Şînê (Muherrem) Aşûra parve kirin. Hevşaredarên Şaredariya Baglarê Leyla Ayaz û Siraç Çelik jî ligel endamên meclîsê beşdarî çalakiyê bûn. Çalakî kesên ku li Kerbelayê li dijî zaliman li ber xwe dan û di têkoşînê de jiyana xwe ji dest dan bi bîr anî. Bername bi semah û stranên gelêrî berdewam kir, piştre nimêja Aşûrayê û parvekirinê berdewam kir.