Gerînendetîya Karên Fenî li hember xerabûnên ku di rêyan de çê bûne xebatên selihandinê didomîne. Tîmên me, çal û deformasyonên ku di asfaltê de çê bûne tespît dikin û mudaxile dikin.
Di çarçoveya van xebatan de, Li herêma Bagcilarê xebatên me didomin. Li ser rêyên li derdora Nexweşxaneya Nexweşiyên Zarokan û Zayinê ya Jinan, derdor û kolanên wargehên xwendekaran ku li derdora wan, Kolana Çaykûr, Kolana Aram Tîgran, Kolana Heskîf û Kolana Ahmet Kaya xebat tên kirin.
Karên me yên selihandina asfaltê yên li taxa Bagcilar, li kolanên 1205, 1202, 1214 û 1219 û derdora wan hatin temamkirin. Xebatên me li herêmê berdewam dikin.