TR | KU
A- A+

LI KAMPA MALBAT ZAROKAN Û WERZÎŞÊ PIŞTGIRÎ, ŞAHÎ Û WERZÎŞ LI NIK HEV

18 ئایار 2026

Navenda me ya Ciwanan a Rezan ku girêdayî Gerînendetiya Xizmetên Ciwan û Werzîşê ye, bernameyek têr û tije ku zarok û malbatên wan bi hev re sporê kirin û beşdarî çalakiyan bûn hat lidarxistin. Malbatên ku di çarçoveya Kampa Malbat Zarokan û Werzîşê de li qada Fîdanlikê(qada Terhikan) hatin ba hev, di tevahiya rojê de hem kêfê kirin hem jî bi hev re demek xweş derbas kirin.

 

Amedekariyên çalakiyê û xebat tev bi hev re hatin kirin û hesta hevgirtin û piştgiriyê hate xurtkirin. Malbat; bi zarokên xwe re beşdarî pêşbirkên wekî pêşbirka tenîsê, hilgirtina hêkan, rahiştina kursiyê û xwe çengkirina ji werîsê bûn; beşdarî voleybol, basketbol, dart, kişik, lîstikên aqil û jîriyê, di atolyeyên cûrbecûr de jî beşdarî werzîş û aktîvîteyan bûn.

 

Çalakiyên ku ji hêla endamên me yên meclisê, gerînendeyên yekeyê û mamosteyên me ve di tevahiya rojê de bi zarok û malbatan re hatin meşandin, kêliyên kêfxweş û berhemdar afirandin. Kampa Malbat Zarokan û Werzîşê veguherî hevdîtineke ku bi hêza yekgirtî ya werzîşê piştgiriyê mezin dike û girîngiya afirandina bi hev re dide hîskirin.


Galeriya Wêneyan

facebook sharing button
twitter sharing button
linkedin sharing button
whatsapp sharing button
print sharing button