TR | KU
A- A+

Civîna 8ê Adarê li Navenda Jinan a Kardelenê

01 ئازار 2026

Hevşaredara Şaredariya Rezanê Leyla Ayaz, di çarçoveya çalakiyên 8ê Adarê yên Rêveberiya Polîtîkayên Jinan de bi jinan re civiya. Ayaz di axaftina xwe de bal kişand ser destkeftiyên ku di encama têkoşîna jinan a di dîrokê de hatine bidestxistin û got, "Bi hev re, em ê cîhanek ava bikin ku em dikarin tê de bi azadî bijîn."

Gerinendetiya Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Rezanê çalakiyên xwe yên ji bo 8ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê da destpêkirin. Di çarçoveya van çalakiyan de, li Navenda Piştgiriya Jinan a Kardelenê bi dirûşmeya "Em bi berxwedanê xwe azad dikin, civakek demokratîk ava dikin" civînek jinan li dar xist. Hevşaredar Leyla Ayaz, Cîgira Hevşaredar Jiyan Aslan, Rêvebera Polîtîkayên Jinan Derya Berktaş, serokên beşan, karmendên jin ên şaredariyê û gelek jinên li taxê dijîn beşdarî civînê bûn. Jinan eleqeyek mezin nîşan dan û perspektîf, nêrîn û ramanên xwe anîn.

'8ê Adarê dîroka berxwedanê ye'

Hevserok Ayaz silav li her beşdarvanekî kir û girîngiya têkoşîna kolektîf a jinan li dijî zîhniyeta serdest a mêran û polîtîkayên ku ew hildiberîne, anî ziman. Ayaz diyar kir ku 8ê Adarê dîroka berxwedanê ye û tekez kir ku jinên Kurd mîratgirên vê têkoşîna jinan in. Ayaz bal kişand ser pêvajoya aştî û civaka demokratîk û wate û girîngiya têkoşîna jinan li dijî şeran destnîşan kir. Ayaz diyar kir ku jinan di encama têkoşîna bi salan de destkeftî bi dest xistine û got, "Mînaka herî nêzîk pergala hevserokatiyê ye. Destkeftiyên me yên girîng hene wekî temsîliyeta wekhev di rêveberiyên herêmî û rêveberiyên polîtîkayên jinan ên bêhempa. Ev jî bi saya têkoşîna jinan hatine bidestxistin. Em in yên ku vê têkoşînê dimeşînin, hûn in. Di encama vê têkoşînê de, em ê bi hev re cîhanek ava bikin ku jin neyên kuştin, porê wan neyê birîn, ew neyên tacîz û tecawizê, û em dikarin bi azadî bijîn."


Galeriya Wêneyan

facebook sharing button
twitter sharing button
linkedin sharing button
whatsapp sharing button
print sharing button