Di Paşeroja Rezana Kevin de Komxebata 2yem, bi pirs û bersivan, tecrûbe, sepandin, modelên mînak û pêşniyarên çareseriyê temam bû.
“Komxebata 2yem a Rezana Kevin, Nexşerêya Veguherînê ya bi Tecrûbeya Cihkî" ya Şaredarîya me ku bi hevkarîya GABB, Lijneya Koordînasyona Bajarê Amedê ya TMMOB'ê, Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û Baroya Amedê ve hate sazkirin, bi danişînên piştî nîvro berdewam kir.
Seroka Daîreya Karên Karesatê ya Şaredarîya Bajarê Mezin a Îzmîrê Eylem Ûlûtaş û Alîkarê Gerînendeyê Giştî yê Plansaziya Avahiya Bajêr a Egeyê Alî Sançmişî li ser mînakan pêşkêşî kirin.
Komxebat bi pirs û bersiv, pêşniyar, nirxandin û nîqaşan a hemû beşdaran hat temamkirin.
Alîkarê Hevşaredar Reşat Yücel tekez kir ku divê Bağlar mijara sereke ya rojeva bajêr be.
Yücel, ji bo beşdarbûn û hewldanên wan ên hêja spasiya beşdaran kir.