TR | KU
A- A+

Li Rezan Gel Budceyê Ji Nû Ve Destnîşan Dike: Di Budceya Beşdar De Serdema Nû Dest Pê Dike 

02 نیسان 2026


Di Budçeya Beşdar a Modela Rezan de ku Şaredariya Rezan bi perspektîfa rêveberîyên cihkî yên demokratîk xistiye meriyetê, bi serdema nû, bi taxên nû dest pê dike.

Bi xebata ku di sala 2025an de li Bagcilar û Kaynartepeyê bi dirûşmeya "Bajarê te, budçeya te, biryara te" hat destpêkirin gelî li taxên xwe projeyên ku dixwestin hilbijartin. Niha dora taxên Oglakli, Yenîkoy û Yûnûs Emre ye. Civîna yekem a serdema nû bi endamên Meclisê û gerênendeyên yekeyan re hat lidarxistin. 

Şaredariya Rezan ku di bereka feraseta rêveberiya cihkî ya demokratîk de pêşvebirina modela rêveberiyeke ku gel rasterast beşdarê pêvajoya biryaran dibe wek rêgez dipejirîne, li gorî vê têgihanê sepana  Budçeya Beşdar a Modela Rezan bi biryara meclisê ya ku di destpêka sala 2025an de hatiye girtin ragihand. Bi tevlêkirina Yekîneya Budçeya Beşdar û rêgezên wê yên xebatê ya nav avanîya qanûnî ya şaredariyê, di bin dirûşmeya "Bajarê Te, Budçeya Te, Biryara Te" de plansaziyeke berfireh  pêk anî. Serlêdan li taxên Kaynartepe û Bagcilarê hate ceribandin. Li taxên Kaynartepe û Bagcilarê wek pilot ket meriyetê. 

Pêvajoyeke amadehiyê ya berfireh hate meşandin, atolyeyên perwerdehiyê hatin lidarxistin
Ji bo vê modela ku perspektîfa demokratîk, ekolojîk û azadîxwazîya jinan bingeh digre rêbernameyên perwerdehîyê hatin amadekirin, bi nûner û saziyên paydar re pêvajoyeke amadehîyê hat meşandin.

Di vê çarçoveyê de, di bin  meclîsa şaredariyê de Komîsyona Meclisê ya Budçeya Beşdar ku ji 7 kesan pêk tê, ji bo koordînasyona pêvajoyê Komeke Koordînasyonê ku ji 5 kesan pêk tê, ji bo xebatên taxê tîmeke sehayê ku ji 60 kesan pêk tê, ji bo lêkolînên teknîkî û dîtbarî tîmeke teknîkî ku ji 10 kesan pêk tê, ji bo pêvajoyên tomarkirin û bersivdayîna hevdîtinên gel tîmên Maseya Nivîsyarî û Maseya Spî hatin damezrandin. Herwiha 22 sazîyên civaka sivîl ku li bajêr di fealiyetê de ne bi armanca ku.pêvajoyê bişopînin, paşve nirxandinê bikin û têkariyê bidin hatin vexwendin û ji her saziyekê hat xwestin ku nûnerek tayîn bike; bi xebatên pêşîn her wiha li taxan jî bi navînî 15 nûnerên taxan ên dilxwaz hatin destnîşankirin û bi van hemû pêkhateyan re atolyeyên perwerdehiyê yên cuda cuda pêk hatin. 

Li taxên Kaynartepe û Bagcilarê gelî proje hilbijartin
Di sala 2025an de li taxên Kaynartepe û Bagcilarê bi tevahî 8 civînên mezin ên gel hatin lidarxistin. Beriya her civîna gelî, bi tîma sehayê ya ji 60 kesî re serdana malên şêniyên taxê hat kirin û ji bo beşdarîya civînê gel hatin vexwendin. Herî kêm serdana 8 hezar malan hat kirin û bi 50 hezar hemwelatiyan re raste rast têkilî hat dahin.
 
Di encama civînên gel de ku bê protokol û bi rêgeza kursiya serbest hatin meşandin projeyên ku ji hêla gel ve hatine destnîşankirin ji dengdanê re hatin pêşkêşkirin. Bi rêya sindoqên peytandî û seyar û platforma bikaranîna dengandanê ya dijîtal pêvajoya dengdanekî dîrokî ku rê da her kesê ji 12 salî mezintir projeyek hilbijêrin hat jiyandin.

Projeyên wek Navenda Têkoşîna bi Tiryakê re, Pirtûkxane, Parka Lîstikê ya Zarokan û Hewza Avjeniyê pêşî hatin hilbijartin. Li her du taxan, di derbarê projeyan de komîsyonên çand, ekolojî û ciwanan hatine damezrandin û ji bo proje bikevin meriyetê amadekarî didomin.


Li taxên nû serdema nû dest pê dike

Ev xebata ku li Rezan tê meşandin,  di warê xurtkirina demokrasiya cihkî de ezmûnek girîng derxist holê. Ev modela ku gel rasterast xwedî gotin û hêza biryardanê ye, hem hişt ku rêveberîya cihkî di hundurê xwe de demokratîkbûn û civakîbûnê dabîn bike, di heman demê de bi komîsyonên taxan zemîna hilberîneke hevpar û venêrîneke hêzdar hat pêkanîn.  
Di serdema nû de, dê bi xebatên ku li taxên Oglakli, Yûnûs Emre û Yenîkoy werin meşandin ev modela demokrasiyê bêhtir were mezinkirin.

Atolyeyên perwerdehiyê pêşîn hatin lidarxistin

Di vê çarçoveyê de, ji bo xebata ku dê cara pêşî li Oglakliyê dest pê bike bi endamên Meclisê û gerînendeyên yekeyan re atolyeya perwerdeyê pêk hat. Hevşaredar Siraç Çelîk, Alîkarên Hevşaredaran Jiyan Aslan û Reşat Yucel beşdarî atolyeyê bûn û di derbarê xebat û plansaziyê de agahî dan.


Galeriya Wêneyan

facebook sharing button
twitter sharing button
linkedin sharing button
whatsapp sharing button
print sharing button