Firoşgeha Alîkarî û Hevgirtinê ya Civakî ya Gunişigi, ku di bin rêveberiya Çand û Karûbarên Civakî ya Şaredariya Rezanê de ye, wekî pireke hevgirtinê berdewam dike. Di meha Remezanê de, dikanê piştgirî da 1193 welatiyan, ku 832 ji wan zarok û 361 malbat bûn. Hevşaredar Leyla Ayaz û Siraç Çelik li dikanê bi malbatan re cejn pîroz kirin û diyariyan belav kirin.
Firoşgeha Alîkarî û Hevgirtina Sosyalî ya Gunişigi ku girêdayî Gerînendetîya ya Çand û Karên Civakî ye, beriya cejnê bi armanca piştgiriyê gihîşt gelek malbatan. Hevşaredarên Şaredariya Rezan Leyla Ayaz, Siraç Çelik û Alîkara Hevşaredaran Jiyan Aslan li firoşgehê bi malbatan re hatin ba hev û hem cejna wan pîroz kirin hemû jî diyariyan parve kirin. Piştgiriya cil û berg û pêlavan ji 832 zarok û 361 malbatan, bi tevahi 1193 kes re hat dayîn.
Meclisa Jinan a DTSO'yê jî bi hevgirtina jinan beşdarî vê xebatê bû û piştgirî da.