Navenda Tenduristiyê ya Şaredariya Rezan bi polîtîkaya şaredarîtîya civakparêz xizmeta tenduristiyê ya gihaştî, bêheq û bi zimanê dayikê dide. Navenda Tenduristiyê ku bi polîtîkayên qeyûmtiyê hatibû berkirin, piştî hilbijartinên 31ê Adara 2024an ji nû ve hate aktîfkirin û heta niha gihîşt 17 hezar û 642 hemwelatiyan.
Navenda me ya Tenduristiyê ku ji bo tenduristîya gel perwerdehîyan li dar dixe, bi 55 perwerdehîyên tenduristîyê gihîşt 3 hezar û 752 kesan. Navenda Tenduristiyê, xwe bi taxên navendî ve sînordar nehişt û li 10 gundên Rezan jî xebatên tenduristiyê meşandin.